top-banner

Lorin BerziciLorîn Berzincî di sala 1980 ê de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû, di malbateke mezin de mezin bû. Jiyana kurdî ya siyasî û çanda kurdî beşek giring bû di vê malbatê de. Muzîkê di temenekî zû de ciyê xwe di jiyana Lorînê de girt. Gava pênc salî bû dest bi strangotinê û fêrbûna gotinên stranan û awazê wan kir.
Lorînê di temenê 10 saliyê de bi malbata xwe re mal bar kir Ewrûpayê û li welatê Swêdê bi cih bû. Rêya koçberbûnê rêkek gelekî dirêj bû û tijî êş bû, bi wê êşê re jî zarokbûn wenda bû, tiştê ji zaroktiyê ma bû muzîk bû. Bavê Lorînê yekem kes bû ku hesta mûzîkê li ba keça xwe dîtî û û wî herdem piştgiriya wê dikir bo ku ew di rêya muzîkê de berdewam be û li ser şanoyê dest bi strangotinê bike.
Lorîn 14 salî bû dema ku wê dest bi nivîsandina stiranan û çêkirina awazan kir. Ew di gelek grûpan/koman de beşdar bû ye û li ser gelek şnoyan sekiniye, lê Lorînê biriyara xwe da ku ew muzîka xwe ya taybetî çê bike. Muzîkek nêzîkî şexsiyeta wê, muzîkek ku ji çand û muzîka kurdî be digel muzîka ewropî ya ku tesîra xwe li Lorînê, bi salên mana wê li ewropayê kiriye.
Albûma wê ya yekemîn ya bi navê çîrokên evînê di 2007 de derket û di 2014 de strana brîndar kirim xerîbiyê ji berhemên hunermend Ciwan Haco tomar kir.
Karê muzîkê ji Berzincî re ne karê serek e ye, wê xwendina bilind (universîtê) li fakulta zanistî ya rojhilata navîn bi zanistiya siyasî û zimanê rojhilata navîn, wek kurdî (soranî, kurmancî), farisî û erebî xwendîye û herweha rojnamevanî jî. Ji bilî xwendina universîtêyê muzîk û teknîka strangotinê xwendiye.
Karê Lorîn Berzincî yê sereke îro rojnamevanî ye di radyoya Swêdê de.